Meclisa Ciwanên DEMê 15ê Tebaxê pîroz kir

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, bi çalakiyekê vejîna 15ê Tebaxê pîroz kir.

•
1 deqe xwendin
Meclisa Ciwanên DEMê 15ê Tebaxê pîroz kir

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê bi dirûşmeya ‘Ji vejîna gavekê ber bi azadiya hezar kîlometreyî ve’ li Parka Temelê ya navçeya Rezanê ya Amedê şahiya gel li dar xist û pêngava 15ê Tebaxê pîroz kir. Ciwanan di şahiyê de bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin. Ciwanan di çalakiyê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û pankartên bi li ser ‘Ala ku we bilind kiriye, neketiye û wê nekeve jî’ û ‘Hebûna neteweyî hate naskirin, niha jî dema rizgariyê ye’ vekirin. Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevserokê Rêxistina DBPê ya Amedê Ahmet Dogan, endamên meclîsa ciwana û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Ciwanan govend gerand û daxuyanî dan. 

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Mehmet Salîh Karacadag daxuyanî xwend û got: “Armanca me ew e ku gelê Kurd di 15ê Tebaxê de hebûna xwe îspat kiriye û em îro bi hev re vê rojê pîroz bikin.” 

Çalakî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.