Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî hatin cem hev
Mazlûm Ebdî li Pîrmamê bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re civîya û rewşa siyasî ya li Sûriye û Herêmê, nîqaş kirin.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî yê ji bo tevlî Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) bibe çû Hewlêrê. Mazlum Ebdî li Pîrmamê bi Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di civînê de pêşketinên siyasî yên dawî yên li Sûriye û herêmê, rewşa ewlekariyê hatiye nîqaşkirin.
Der barê civînê de ev agahî hatin parvekirin: “Di civînê de rewşa siyasî ya li Sûriye û Herêmê, pêşketinên dema dawî hatin nîqaşkirin. Siberoja kurdan a li Sûriye, rêveçûna pêvajoya diyalogê, çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya aştiyane û hewldanên dîplomatîk ên ji bo aramiya welat hatin nirxandin.”


