Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re hatin cem hev
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Siyasetmedar Îlham Ehmed bi Şêwirmendê Serokkomariyê yê Kar û Barên Eşîran Cîhad Îsa El Şêx re li Helebê hatin cem hev.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî di çarçoveya gera xwe ya li parêzgeha Helebê de bi Şêwirmendê Serokkomariyê ya Kar û Barên Eşîran Cîhad Îsa El Şêx (Ebû Ehmed Zekor) civiya.
Di hevdîtinê de pêşdeçûnên dawî û pirsgirêkên girêdayî rewşa herêmî û eşîran hatin nîqaşkirin. Ev hevdîtin, piştî hevdîtina îro ya Mazlûm Ebdî tevî siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan, endamê Komîteya Entegrasyonê Xeznê Nebî û Gerînendeyê Herêma Kobanê bi parêzgarê Helebê Ezam El Xerîb û fermandarê koma 2yemîn Casil El Ewad re pêk hat.


