Marîa: çavên wê paceyên bîrê bûn
Marîayaya alzheimer, kurdan ji ku derê nas dikirin? Min got, di van salên dawî de li Ewropayê meseleya kurdan zêdetir deng vedaye, belkî ji ber vê be.

Li kolanên Londrayê, di rojeke bihara xweş û sayî de, tîrêjên rojê li şêmûka malekê dabûn ku ez li wir rastî Marîayê hatim. Marîa jineke yûnan a nêzîkî nod salî bû. Li ber berojê rûniştibû. Hevalê min Îlyas, ku berê ew nas dikir, silav dayê. Min jî silava xwe gihandê.
Marîa bi nexweşiya alzheimerê ketibû, Îlyas ji min re got:
‘Her cara ku ez ji vir derbas dibim, ew min radiwestîne, pirsa min dike; em her carê mîna ku nû hev nas dikin ji serî de dest pê dikin.’
Lê belê, hinek rastiyên jiyanê hene ku nexweşî jî nikare wan ji kûrahiya hişê mirovan paqij dike. Marîa, bîranînên bîst saliya xwe, dema ku nû hatibû Îngilîstanê, wekî duh bi bîr dianîn.
Çîroka jiyana wê xemgîn bû. Di ciwaniya xwe de dil ketibû zilamekî ku ewilî xwe wekî yûnan dabû naskirin, lê paşê derketibû ku tirk e. Zewicîbûn, zarokekî wan çêbûbû, lê paşê hevserê wê dev jê berdabû. Marîa û kurê xwe bi tenê mabûn. Beriya pênc salan kurê wê yê yekta jî wefat kiribû. Niha ew bi alzheimerê li ber şêmûka malê, di rojên tavî de, çîroka xwe ji her kesê ku jê re dibû guhdar, dubare dikir.
Piştî ku em hinekî axivîn, wê xwest min nas bike. Min jê re got:
— Ez kurd im. Ji bo konferansekê hatime Londrayê.
Gava ku min ‘kurd’ bi lêv kir, bersiveke ku qet ne li bendê bûm da:
— Ha, ez kurdan nas dikim.
Ez mat mam. Di nav çend saniyeyan de gelek pirs di hişê min re derbas dibûn. Gelo vê pîrika alzheimer, kurdan ji ku derê nas dikirin? Min got, di van salên dawî de li Ewropayê meseleya kurdan zêdetir deng vedaye, belkî ji ber vê be.
Marîayê li çavên min nêrî û gotina xwe dubare kir:
— Ez we nas dikim, kurdan nas dikim. Hûn pir xweş avjeniyê dikin. Dema ez ciwan bûm, li girava Kosê gelek kurd dihatin û di avê re derbas dibûn. Hûn mecbûr dimînin ku soberiyê pir baş bizanibin...
Gotinên min di qirka min de man. Wekî ku zimanê min hatibe girêdan, min nekarî ti bersivê bidimê. Me xatir ji hev xwest.
Lê di hişê min de, mîna brûskekê, wêneyê Alan Kurdî şîn bû. Ew zarokê sê salî ku nekarîbû tevî dayik û birayê xwe deryaya Kosê derbas bike... Ew laşê biçûk û bêgiyan ê ku li qiraxa behrê, li ser xîzê mabû.
Gotina pîreka yûnan di guhê min de; ‘Hûn mecbûr in ku avjeniyê baş bizanibin.’
Rast bû, em kurd ji bo man û nemanê mecbûrî avjeniyê jî bûn, lê deryayên penaberiyê ji mecbûriyeta me xurttir bûn. Alan Kurdî li qiraxên deryayên ku Marîa jê hatibû, wekî delîlê vê trajediyê bû.
Hinek bîranîn hene ku ne di hişê mirovan de di wijdanê mirovan de dijîn.


