Mamosteyan ji bo ziman çalakî li dar xistin
Mamosteyên ziman li bajarê Hesekê çalakî li dar xistin û ji Wezareta Perwerdeyê xwestin ku perwerdehî bi kurdî be.

Komek mamosteyên zimanê kurdî li bajarê Hesekê kom bûn û ji bo mafê zimanê kurdî çalakî pêk anîn. Mamoste li pêşiya avahiya Perwerdê ya bajarê Hesekê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Mamosteyan di xwepêşandanê de pankartên "Jiyan bê ziman nabe", "Zimanê kurdî nasnameya me ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin" rakiribûn. Mamosteyan di xwepêşandanê de bi kurdî û erebî daxuyanî dan. Rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Jînda Ehmed û Nesrîn Reşik daxuyanî xwendin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:
1. Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.
2. Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.
3. Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.
4. Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê kurdî were hesibandin.
5. Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.
6. Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.
7. Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê kurdî tenê.
8. Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.
9. Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.
10. Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.
11. Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.
12. Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.
13. Misogerkirina ku zimanê kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.
14. Dayîna garantiyeke qanûnî, xweçî û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin.
Em piştrast dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî gaveke giring e û li ser tê avakirin. Lê danpêdana rastîn ne tenê ew e ku di tabloya waneyên de were rêzkirin, lê karîna xwendekar a bikaranîna wê ya di fêrbûn, derbirîn û berhemana zanînê de ye.
Em piştrast dikin ku tecrîbeya 14 salî ya fêrkirina bi zimanê kurdî û pê re jî komîser hebûna pisporî, minhac û kadroyên fêrkirinê, pêwîst e wekî embareke. perwerdeyî were ditin ku dikare were pêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were girtin, û ne wekî tecrîbeyekê were ditin ku pêwîst e were paşguhkirin. Her weha hebûna bi hezaran mamostayên xwedî pispôriyên curbicur ên di fêrkirina bi zimanê kurdî de xwedî pispôrî ji bo avakirina nimûneyeke fêrkirinê ya gîştîtir ji bo wezarêtê derfeteke rastîn e, li şûna destpêkirina ji sifirê.
Em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."


