Malpera Ajansa Mezopotamyayê careke din hat astengkirin

Malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi biryara 1emîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Enqereyê ve hat astengkirin; ajansê ragihand ku ew ê weşana xwe li ser navnîşana nû ya "mezopotamyaajansi45.com" bidomîne.

•
1 deqe xwendin
Malpera Ajansa Mezopotamyayê careke din hat astengkirin

Zext û astengiyên li ser medyaya azad û çapemeniya serbixwe bê navber didomin. Malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi navnîşana "mezopotamyaajansi44.com" bi biryara darazê hat girtin.

Biryara astengkirina malperê ji aliyê 1emîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Enqereyê ve hat dayîn. Piştî vê biryara qedexekirinê, gihîştina bi navnîşana heyî ya malperê hat astengkirin.

Ajansa Mezopotamyayê ji bo ku nûçeyên xwe bigihîne xwendevan û raya giştî, navnîşana xwe ya malperê nû kir. MAyê ragihand ku ji niha û pê ve weşana nûçeyên xwe li ser navnîşana nû ya "mezopotamyaajansi45.com" dewam bike.