Malbatên li Girkê Legê biryara sînordarkirina zimanê kurdî red kirin
Li bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê, dê û bavên xwendekaran li dijî biryara sînordarkirina dersên kurdî ya hikumeta veguhêz li ber dibistanê kon veda; malbatan da zanîn ku biryara sînordarkirina bi 3 dersan qebûl nakin û daxwaz kir ku perwerde li dibistanan bi temamî bi zimanê zikmakî bê dayîn.

Dê û bavên xwendekarên Dibistana Şehîd Ahîn a Rimêlanê ya Girkê Legê, îro li ber dibistanê kon veda û çalakî li dar xist. Çalakvanan daxwaz kir ku perwerdeya li dibistanan bi tevahî bi zimanê kurdî be.
Dê û bav û şêniyên deverê tev li çalakiyê bûn, daxwaza mafê zarokên xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê kir û biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir.
Di çalakiyê de, xwendekara bi navê Naya Hesen daxuyaniyek xwend û daxwaz kir ku Wezareta Perwerdeyê rêzê li mafê civaka Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.


