Malbatan piştî demeke dirêj li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk anî; Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku di çarçoveya serdanê de wan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk aniye, rewşa wî ya tenduristiyê baş e, nirxandinên giştî yên siyasî parve kiriye û silavên xwe yên germ ji gel re şandiye.

•
1 deqe xwendin
Malbatan piştî demeke dirêj li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anî. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan jî li gel malbata Ocalan çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê malbat ji Giravê vegeriyan.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî di hevdîtinê de cih girt. Omer Ocalan piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:

“Îro (9ê Cotmeha 2026an), di çarçoveya serdana malbatê de me bi birêz Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye, hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan di hevdîtinê de derbarê pêşketinên giştî yên siyasî de nirxandinên xwe parve kir. Tenduristiya birêz Ocalan baş bû. Silavên wî yên germ ji gelê me û ji her kesî re hebûn.”