Malbata Şenyaşar 125 roj in nobeta edaletê digire

Malbata Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kur û bavê wan kuşt, 125 roj in ji bo edaletê têdikoşe.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Malbata Şenyaşar 125 roj in nobeta edaletê digire

Malbata Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kur û bavê wan kuşt, 125 roj in ji bo edaletê têdikoşe. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe berdewam kirin. Malbatê li ser hesabê twitterê têkildarî nobetê wiha got: “Ez ne dayik im! We hevjînê min û du lawê min li nexweşxaneyê qetil kir. Ez lawê xwe yê sê sal in di hucreyê de ye dixwazim. Ji bo edalet were temînkirin ji rayedaran dixwazin guh bidin daxwaza me.”