Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê çûn Girava Îmraliyê.

•
1 deqe xwendin
Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

Ji aliyê çavkaniyên pê bawer ve hate ragihandin ku malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de çûye Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne.

Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan jî li gel malbata Ocalan çûn Girava Îmraliyê.

Malbat herî dawî di 28ê Gulana 2026an de di çarçoveya serdana Cejna Qurbanê de çûbû Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbû.