Mal dibistan e
Mirov li şûna gazincan divê helwdanên xwe bike, gazinc û lome mirovan nagihînin tu encamekê û tenê rewşa heyî kambaxtir dikin.

Mirov li şûna gazincan divê helwdanên xwe bike, gazinc û lome mirovan nagihînin tu encamekê û tenê rewşa heyî kambaxtir dikin.
Gazinc û lomeyên me kurdan... Xwedî hunerekî wisa ye ku divê di lîsteya UNESCOyê de wekî "Kelepûra Çandî ya Nepenî" cîh bigire.
Mirovê gazincxwar fîlozofê herî mezin ê serdemê ne. Mînak, saet di 12ê nîvro de şiyar dibe, çaya xwe ya sar vedixwe û dest pê dike:
"Hema hikûmetê ev kar çareser nekir." (Kîjan kar? Hê nizanibe ka şorbe bi kîjan kevçî tê xwarin!)
"Şansê min tune ye bira, hema ba wergire jî li min dixe." (Lê ji bo gavanekê bavêje jî, fersendê nade lingê xwe!)
Em werin ser meseleya axaftin û nivisandina bi zimanê kurdî. Gelek kes li hêviyê ne ku desthilatdar û hikûmet ji wan re dibistanan veke û dibêjin wê gavê emê zarokên xwe bişînin dibistanan bila hînî kurdî bibin.
Malnemîrat dibistana herî pêşî mala te ye tu pêşî li mala xwe bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxive. Wê gavê wê zarokên te wekî bilbil bi zimanê dayikê biaxifin.
Behaneya ku dibistan tune ne lewra em nizanin bi kurdî binvîsin û bixwînin jî êdî di van pêşketinên teklojiyê de bê wate û vala ne.
Tu behane mehane êdî tune ne . Her kes dikare xwendin û nivisandina bi zimanê dayikê hîn bibe.
Her kesên bixwazin dikarin bi rê û rêbazên cuda hîn bibin.
Ji kursên ziman bigire heta bi derfetên hînkirina online gelek rê û rêbaz hene.
Tenê gava destpêkê biryardayîn e.
Êdî gelekî şerme ku mirovek nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse.
Bila kes xwe di bin siya astengî û tunebûna dibistanan de veneşêre.
Dibistana sereke mala te ye, pêşî divê li mala xwe bi zarokên xwe re tu zimanê dayikê bikar bînî.
Heke ev yek pêk hat xetereya sereke ya li pêşiya windabûna zimanê dayikê ji holê radibe û sîleyeke xweş li bin guhê asîmîlasyon û bişaftinê dikeve.
Wek seydayê me yê Şêx Zubeyr dibêje:
Mal dibistane
Behaneyên din betal û butlane
Ev rêbazeke zexel û qelsane
Kêf kêfa tirol û betalane
Tenê gazincan dikin, malwêrane
her tiştên din dihêlin li hêviya Xwedane
Şêx Zubeyr jî ji qeherê wan îsal ne çû imrê
ne çû ziyareta mala Xwedane
wî jî li ber behrê xefkên xwe vedane
li keviya deryayê çîpkên xwe radane
lê li wir jî dîsa derdê wî zimane
Ev keder û kuleke bê wijdane
Jê re tune çare û dermane
Ne li ba bijîjkan ne li ba hekîmê luqman e


