Mafê Hêviyê rewa ye

Serokê Federesyona Komeleyên Suryaniyan Evgîn Turker diyar kir ku li şûna ku dewlet Mafê Hêviyê nas bike, wekî amûreke siyasî bi kar tîne û got: “Mafê Hêviyê ji bo her kesî rewa û zagonî ye.”

•
1 deqe xwendin
Mafê Hêviyê rewa ye

Federesyona Komeleyên Suryanan ji 8 komeleyan pêk tê. Hem li herêmê û hem jî Tirkiyeyê bi giştî 8 komeleyên Suryanan hene. Evgîn Turker ji 2012an heta niha Serokê Federasyona Komeleyên Suryanan dike. Demek dirêj li derveyî welat ma. Niha 15 sal in li Midyadê dijî û serokê federasyonê ye. Li ser mijara entegrasyona demokratîk û Mafê Hêviyê Evgîn Turker pirsên me bersivandin. 

Evgîn Turker, ewil bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî mafê hêviyê û got: “DMMEyê 12 sal in Mafê Hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye. Lê Tirkiye vî mafî binpê dike. Wekî amûrekî siyasî bi kar tîne. Helwesta dewletê ne tenê li dijî Mafê Hêviyê, li dijî mafê hemû girtiyên siyasî ye. Tirkiye destûra bingehîn binpê dike. Mafê Hêviyê girîng e. Tirkiye ev biryar wergirtiye û her tim wê taloq dike. Ev ne rast e. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd û pêşeng e. Divê dewleta tirk jî li gorî vê yekê nêzîk bibe.”  

Evgîn Turker li ser girîngiya Mafê Hêviyê jî rawestiya û got: “Eger mirovek ji ber fikrên xwe girtî be, têra xwe girtî maye. Ji bo siberoja Tirkiyeyê, ji bo aramî û mezinbûna Tirkiyeyê divê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bêne başkirin û Mafê Hêviyê bê parastin. Mafê Hêviyê ji bo her kesî mafekî rewa û zagonî ye. Eger ev maf bê dayîn, dê li Tirkiyeyê aştî bi pêş bikeve. Dê nerîna gelê kurd a li hemberî dewletê bê guhertin. Tirkiye têkeve hewaya aştiyê. Ev ji bo civaka Tirkiyeyê û siberoja wê girîng e.” 

Ku Tirkiye bixwaze dikare 

Evgîn Turker da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan fîzîkî hinekî ji înîsiyatîfa Tirkiyeyê re hatiye hiştin û wiha lê zêde kir: “Tirkiye bixwaze dikare berde. Tirkiye gelek mijarên bi vî rengî wekî amûr bi kar tîne. Hevşaredar, birêz Demîrtaş û gelek siyasetmedarên din divê bêne berdan. Divê birêz Ocalan ji van mafan sûdê werbigire. 27 sal in li Îmraliyê girtî ye. Ev pêvajoya aştiyê û muzakereyan ji bo Tirkiyeyê jî fersendeke dîrokî ye. Mafê Hêviyê ji bo birêz Ocalan girîng e û divê Tirkiye vî mafî pêk bîne. Divê birêz Ocalan bikaribe di şert û mercên azad de bixebite û gelê xwe û bi rê ve bibe. Ez bawer dikim ku birêz Ocalan gelê xwe bi rê ve bibe, hem ji bo herêmê, hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo tevahiya herêmê dê aştiyek mayînde çêbibe. Ez vê yekê hêvî dikim. Ez wekî serokê federasyona dixwazim Mafê Hêviyê têxin meriyetê û ji vî mafê xwe sûdê werbigire.” 

Gel rêberê xwe dibîne 

Evgîn Turker da zanîn ku gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar hem li derve û hem li Tirkiyeyê ji bo mafê statuyê bidin Abdullah Ocalan bang kirin û wiha lê zêde kir: ‘’Serokê giştî yê MHPê Bahçelî jî li hemberî çapemeniyê got ‘divê mafê statuyê bê naskirin’. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê wekî rêberê xwe qebûl dike. Eger îro ev muzakere têne kirin, wê demê divê birêz Ocalan xwedî statuyek be. Eger îro bang dike û bi rayedarên dewletê re rûdinê û nîqaşan dike, wê demê divê xwedî statuyek be. Birêz Ocalan ne ji bo xwe, ji bo hemû gelê kurd û Tirkiyeyê van bangan dike. Ji ber vê yekê divê wekî rêberê gelê kurd statuyek bê dayîn. Ez bixwe piştgiriyê didim naskirina statuyê.” 

Evgîn Turker bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek bawerî û nasname dijîn û wiha pêde çû: “Divê ew ji mafê statuyê sûdê werbigirin. Em di pratîkê de dibînin ku birêz Ocalan qîmet û nirxê dide bawerî û nasnameyên din. Eger îro li meclisê nûnertiya suryanan hebe, ew jî bi hewldan û têkoşîna birêz Ocalan e. Eger nûnertiya bawerî û rengan hebe, ew bi xêra paradîgmaya birêz Ocalan e. Berê jî me dît ku qîmet dide nasname û baweriyên din. Eger îro li Rojava pergala rêveberiya xweser hebe û hemû nasname û bawerî jê sûdê werdigirin, ew encama paradîgmaya birêz Ocalan e. Dema ku li Tirkiyeyê jî statuya nasnameyan bê nasîn, suryan dê bêhtir bikaribinn xwe îfade bikin. Naskirina statuyê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dê encamên erênî derxîne. Eger statuya birêz Ocalan bê dayîn, dê nasname û baweriyên din jî jê sûdê werbigirin û dê hemû aliyan bi pêş bixe.” 

Suryan dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin 

Evgîn Turker bal kişand ser mijara Statuyê û wiha dirêj kir: “Dema statuya birêz Ocalan nas bikin dikaribin bi fermî bi wî re rûnên û muzakereyê bikin. Em jî dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em jî wekî suryan dixwazin rewşa xwe bi birêz Ocalan re parve bikin. Yek ji civakên ku herî zêde bi kurdan re di nav hev de dijîn civaka suryan e. Suryan û kurd bi sedan sal in di nav hev de dijîn. Bi salan e nêrîna birêz Ocalan a der barê suryanan de diyar e û tê zanîn. Birêz Ocalan suryanan ji nêzîk ve nas dike. Eger Tirkiye statuya nasnameyan nas bike, dê di aliyê aborî, siyasî û çandî û hêzên herêmî de mezin bibe û bi pêş bikeve. Birêz Ocalan di her hevditinên xwe de tîne ziman.” 

Ti kes ji kêfî koç nake 

Evgîn Turker li ser parastina mafên suryanan jî rawestiya û got: “Hejmara suryanên li Tirkiyeyê pir hindik maye. Ji Tirkiyeyê nêzî 300 hezar kes koçî Ewropa û Amerîkayê bûne. Eger mafê suryanan hatibûya parastin, suryanan ji ser axa xwe koçî Ewropayê nedikir. Ti kesî bi daxwaza xwe welatê xwe terk nekir. Tê gotin ku li Tirkiyeyê li gorî zagonê hemû ziman, çand û bawerî yek in. Lê ev ne rast e. Ewlehiya zagonî ya suryanan tune ye. Em wekî suryan ji bo mafê xwe têdikoşin û têkoşîna ji bo mafê xwe berdewam dikin. Ji niha û şûn de jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta niha dibistaneke suryanan jî nîne.  Statuya me ya wekî kêmaran heye. Lê me ji vê statuya xwe jî sûd wernegirt. Ji ber koçberiya zêde, hejmara me daketiye 20-30 hezarî. Mafê hemû bawerî, nasname û rengên cuda tenê dikare di bin bana destûra bingehîn de bên misogerkirin û parastin.”