‘Ma agahiya we tune? Ew rakirine nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Findî Yacan hefteyeke li nexweşxaneyê derman dibe. Malbata ku li girtîgehê geriya, fêr bû ku hefteyek e Findî Yacan ê nexweş li nexweşxaneyê derman dibe. Keça Findî Yacan Mizgîn Yacan anî ziman ku dema li girtîgehê geriya ne, rayedaran gotiye ‘Ma agahiya we tune? Ew rakirine nexweşxaneyê.’

Girtiyê nexweş Findî Yacan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye, derket holê ku hefteyeke bêyî agahiya malbata wî, ew li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha YYU tedawî dibe. Findî Yacan ku ji gurçik û gelek nexweşiyên din derman dibe, malbat piştî hefteyek şûnd fêr bû ku xizmê wan Findî li nexweşxaneyê ye. Malbat piştî li girtîgehê geriya, fêr bû ku kurê wan li nexweşxaneyê tedawî dibe.
Findî Yacan 27 sal in girtî ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Findî Yacan ku girtiyê nexweş e, li şûna bê berdan, nayê berdan. Malbat der barê kurê xwe de bi fikar in.
Keça Findî Yacan Mizgîn Yacan, anî ziman ku bavê wê bi salan e nexweşê doşekê ye û got: “Diviya bû hefteya borî roja şemiyê bavê min bi telefonê geriya bûya. Piştî bavê min negeriya, em li girtîgehê geriyan. Em duşemê geriyan me xwe negîhand. Em sêşemê dîsa geriyan. Wan jî ji mere got ‘Ma agahiya we tune Şemiyê rakirine nexweşxaneyê.’ Dema bavê min rakirin nexweşxaneyê agahî nedan me. Em agahdar nekirin.”


