Li Xezeyê 73 hezar û 98 kesan hatine kuştin

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de di nava 24 saetan de 5 kesên din jiyana xwe ji dest dane û ji roja ewil a êrişan heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 73 hezar û 98 kesan.

•
1 deqe xwendin
Li Xezeyê 73 hezar û 98 kesan hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê têkildarî êrişên Îsraîlê agahî parve kir. Wezaretê ragihand ku di 4 saetên dawî de di êrişên li dijî Xezeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes birîndar bûne. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 kesan li herêmê dorpêçkirî jiyana xwe ji dest dane û cenzayê 2 kesên din jî di bin kavilan de hat dîtin. 

Hat diyarkirin ku di destpêka êrişên Îsraîlê ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştî 73 hezar û 98 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştî 173 hezar û 571 kesan.