Li Xana Axparê biryara der barê ÇED'ê de hat betalkirin
Dadgeha Îdare ya 1'emîn a Amedê, der barê biryara ÇED'ê ya ji bo kana madenê ya li gundê Husikan ê navçeya Xana Axparê de, biryara rawestandinê da.

Li gundê Husikan ê navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê, Fabrîkeya Oyak Çîmentoyê xwest kana madenê ava bike. Di 17'ê Kanûna 2021'ê de biryara "ÇED ne hewce ye" hat dayîn. Piştî vê biryarê şîrketê dest bi birîna daran kir. Welatiyên ku bertek nîşanî vê dan, bi êrişa leşkeran re rû bi rû mabûn.
Baroya Amedê, Komeleya Ekolojiyê û şêniyên gund li dijî biryarê serî li Dadgeha Îdare ya Amedê dan ku biryara "ÇED ne hewce ye" bê betalkirin.
Di dozê de hat diyarkirin ku li qada daristanî ya 24.47 hektarî bi hezaran dar hatine birîn û projeya navborî li dijî Peymana Avhewayê ya Parîsê û Stratejiya 2022-2026'an a Ekosîstemên Anatolyayê ye.
Dadgeha Îdare ya 1'emîn a Amedê der barê dozê de biryara xwe da. Dadgehê rapora pêzaniyê ya 29'ê Nîsana 2026'an esas girt û got ku qada di projeyê de 118.00 metreyan dûrî depoya avê ya gundiyan e û dibe ku makîneyên karî yên di projeyê de bên bikaranîn zirarê bidin vê û rûn û sotemeniya wan avê qirêjî bikin. -
Her wiha di biryarê de hat diyarkirin ku qada projeyê ji ber taybetmendiya xw eya volkanîn bi xetereya hezazê re rû bi rûye.
Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku ger ev yek pêk bê dê zirareke mezin bide derdorê û ekosîstemê û got ku ya tê xwestin bê kirin li dijî hiqûqê ye.
Dadgehê bi yekdengî biryara betalkirina biryara "ÇED ne hewce ye" da.


