Li Viyanayê bi girseyî cangoriyên fermanê bi bîr anîn

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê ji bo bîranîna cangoriyên fermana 74an a Şengalê bernameya bîranînê li dar xistin.

•
1 deqe xwendin
Li Viyanayê bi girseyî cangoriyên fermanê bi bîr anîn

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê, di salvegera 12emîn a Fermana 74an de ku 3ê Tebaxa 2014an li Şengalê li hemberî civaka Êzidî hate kirin li bajarê Viyana yê Awûstûryayê çalakiyeke bîranînê lidar xist. Çalakiya ku li avahiya komeleya nû Mala Zêrîn hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên li Şengalê hatin qetilkirin destpê kir.

Endama Meclîsa Jinan a Avesta Nûrcan Guleryuz li bîranînê anî ziman ku divê qirkirina li gelê Êzidî hatiye kirin neyê jibîrkirin û işaret bi girîngiya têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞê kir. Nûrcan Guleryuz diyar kir ku bi saya vê berxwwedanê Şoreşa Jinê ya Rojava bi hêz bû û DAIŞ têk bir.

Li dû axaftinê fîlmê bi navê "Hêza" hate nîşandan ku qala bûyerên piştî Qirkirina Şengalê dikir.

Gelek dostên gelê kurd, enternasyonalîst û nûnerên saziyên cuda tevlî çalakiya bîranînê bûn.