Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li gelek bajarên Sûriyeyê ji ber zêdebûna bihayê petrolê çalakiyên gel dest pê kirin. Gel li dijî zeman li ser cadeyan agir vêxist.

•
1 deqe xwendin
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li bajarên Sûriyeyê Îdlîb, Hama, çolterên Şamê, Dara, Raqa, Dêrazor û Hesekê ji ber zêdebûna bihayê petrolê çalakiyên gel dest pê kirin. Gel ê li dijî zeman daketine li qadan rêyan girt û agir pêxist. Çalakvan rêya navneteweyî ya Şam-Helebê ya li Îdlîbê girtin. Li Herêma çolter ya Ezezê çalakvan xaçerêya Cemal girtin. Herwiha li Îhtîmlat, Hayyan, El Cîna û El Babê jî çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.

Çalakvanên rêya bejahî ya M4ê ya navnetweyî jî bi vêxistina agir girtin û çûn û hatina wesayîtan dan sekinandin.

Hat zanîn ku hêzên girêdayî Hikûmet Demkî ya Sûriyeyê li gelek cihan êrişî çalakvananan kirin û pevçûn derketin.

Rayedarên Hikûmeta Demkî daxuyandin ku zem bi demkî ne.