Li Stockholmê çalakî hat lidarxistin

Li Swêdê paytext Stockholmê ji bo Denîz Poyraz ku di encama êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, ji aliyê kurdên Stockholmê û dostên wan ve çalakiyeke hat lidarxistin.

•
1 deqe xwendin

Li Swêdê paytext Stockholmê ji bo Denîz Poyraz ku di encama êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, ji aliyê kurdên Stockholmê û dostên wan ve çalakiyeke hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK-Stockholmê ve hate lidarxistin û li qada Sergelstorgê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Brûsk axivî û anî ziman ku hevkariya rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a bi çeteyan re tenê li ser bingeha dijminatiya li kurdan e.

Menîce Brûsk diyar kir ku dewleta tirk li dijî nirxên gelê kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye û jin, zarok, êrişî tevahiya gelê kurd dike.

Piştî axaftina nûnerên Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Komeleya Elewiyan, Berdevka Yekîtiya Jinên li Swêdê Ayşe Goktepe axivî.

Ayşe Goktepe diyar kir ku desthilatdariya faşîst a ku nikare xwe li piştgiriya gel a ji bo HDP'ê rabigire komkujiyek nû ya siyasî kiriye û destnîşan kir ku desthilatdarî ji jinan ditirse.

Banga ji bo piştevaniyê

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Reazat jî êrişên li dijî HDP'ê şermezar kir û destnîşan kir ku ev şerê qirêj ê ku Erdogan li dijî gelê kurd dimeşîne divê êdî bi dawî bibe.

Hunermend Serpîl Înanç jî banga piştevaniyê li gelan kir.

Di çalakiyê de alên HDP'ê û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan û dirûşmeyên "Şehîd namirin, "Bijî HDP", "Bijî berxwedana gelê kurd, "HDP gel e, gel li vir e", "Faşîst Erdogan" hatin qîrîn.