Li sînor kolberan li zindanê girtiyan dikujin

Rejîma Îranê li zindanan kurdan bi dar ve dike, li ser sînor jî kesên ji bo debarê kolberiyê dikin qetil dike. Tenê di 2026an de 32 kolber kuştin û 38 birîndar kirin. Di 2 salên dawî de 3 hezar û 888 kurd li zindanê dikujin.

•
1 deqe xwendin
Li sînor kolberan li zindanê girtiyan dikujin

Li gorî dane û raporên Kolber Newsê, di 2025an de, rejîma Îranê bi giştî 70 kolberên kurd li deverên sînor ên Urmiye, Sine, Kirmaşan û deverên din, gulebaran kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 32 kolberên kurd hatine kuştin, 38 kolber jî birîndar bûne. Ji van 3 kolberên ku hatine kuştin an jî birîndar bûne temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Yek ji van kolberan di encama gulebarana hêzên sînor ên Iraqê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor 2024an amarên kuştin û birîndarbûna kolberên kurd li rojhilatê Kurdistanê ji sedî 46 zêdetir bûye. Di nav 7 salên borî de hezar û 676 kolberên kurd hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa Kolberê di sala 2024an de li ser sînorên Azerbaycan, Kurdistan û Kirmanşahê di encama êrişên leşkeran û qezayên xwezayê de bi giştî 345 kolberan jiyana xwe ji dest daye û 286 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê leşkerên rejîma Îranê di 2024an de 63 kolberên kurd kuştin û 233 kolberên kurd jî di gulebaran û êrişa rasterast de birîndar kirin. 

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê jî di rapora 2024an de destnîşan kiribû ku rejîma Îranê di 2024an de li herêmên sînor ên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmaşanê 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolber jî birîndar kirine.

Li gorî daneyên Kolber Newsê, rejîma Îranê di 13 salan de 681 kalber kuştine. Rejîma Îranê di 2012an de 43 kolber, di 2013an de 43 kolber di 2014an de 44 kolber, di 2015an de 38 kolber, di 2016an de 29 kolber, di 2017an de 66 kolber, di 2018an de 58 kolber, di 2019an de 86 kolber, di 2020î de 67 kolber, di 2021ê de 75 kolber, di 2022an de 49 kolber, di 2023an de 39 kolber, di 2024an de 44 kolber kuştin. 

Îranê 3 hezar 888 kes bi dar ve kirin 

Kampanya “Sêşema Na ji darvekirinê re” di hefteya 129emîn de daxuyanî da û diyar kir ku ji dema destpêkirina wezîfeya serokkomar Mesûd Pezeşkiyan û vir ve di nav 2 salan de herî kêm 3 hezar û 888 kes hatin bidarvekirin.

257 kurd qetil kirin 

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê destnîşan kir ku wan nasnameya 257 welatiyên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin bi belge kir. Hengawê diyar kir ku di xwepêşandanên meha çileya 2026an de, ji wan 19 jin û 20 zarok, bi giştî 257 kes hatine kuştin.