Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê bi navê Mehmet Yagiz ji ber destdirêjiyê hat binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li bajaroka Gite ya navçeya Silopya ya Şirnexê cerdevanê bi navê Mehmet Yagiz (41) ku destdirêjî li ser jina bi navê Î.Î (18) pêk aniye, hat binçavkirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin Mehmet Yagiz beriya 3 salan dest bi destdirêjiya li ser Î.Î kiriye û herî dawî dîmenên destdirêjiyê li ser hesabên medyaya dîjîtal parvekirine.

Li ser parvekirina dîmenan malbata Î.Î. der barê Mehmet Yagiz de gilî kiriye û li ser vê yekê Mehmet Yagiz duh ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Gite ve hatiye binçavkirin.

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz piştî îfadeya li Qereqola Cendirmeyan a Gite sewqî Dozgeriya Silopya hatiye kirin û tê payîn ku Mehmet Yagiz di nava rojê de derkeve pêşberî dadgehê.