Li Silêmaniyê Mafê Hêviyê xwestin
Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” li Silêmaniyê di çarçoveya daxwaza Mafê Hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Komîteyê xwest DMME zorê li Tirkiyeyê bike ku Mafê Hêviyê nas bike.

Li Parka Azadî ya Silemaniyê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” ji bo mafê hêviyê daxuyanî da çapemeniyê. Komîteyê xwest ku DMME ji Tirkiyeyê bixwaze ku Mafê Hêviyê nas bike.
Endamê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” Newroz Fazil daxuyanî da û wiha got: “Balyozê Monakoyê li Konseya Ewropayê Birêz Gabriel Revel, Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, wekî ku hûn jî jê agahdarin, şerekî wêranker tevahiya Rojhilata Navîn bixwe girtiye. Şer encamên giran yên aborî û siyasî bi xwe re aniye û têkiliyên civakî yên li herêmê bi giranî têk biriye. Hinek hêzên herêmî û cîhanî niha bi navê çareserkirina nakokiyan ji bo şerên din amadekariyê dikin.”
Newroz Fazil anî ziman ku di rewşek wisa de, li Rojhilata Navîn dengekî nû derketiye holê ku daxwaza çareseriyeke aştiyane û bê tundûtûjî ji bo pirsgirêkan dike. Ev deng di banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de deng veda. Ew projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’e û vîzyonek nû ji bo çareserkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, heta niha bandorek pir erênî li ser herêmê kiriye, piştî vê yekê PKK’ê demildest agirbest ragihand. Piştre biryara hilweşandina rêxistinê, dev ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdan, şewitandina çekan û vekişîna hêzên gerîla ji Tirkiyeyê hat dayîn.”
Newroz Fazil herî dawî wiha axivî: “Em partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl li Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komîteya Wezareta Melisa Ewropayê dikin ku bicihanîna biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê ya têkildarî doza Abdullah Ocalan piştrast bikin û Mafê Hêvî binasin. Bang azadbûna Abdullah Ocalan dikîn û avakirina şert û mercên temam a bê sînor ji bo bikare bi awayeke aktîf di qonaxên bê ya aştiyê de kar bike.”


