Li ser cilên Rojîn Kabaîş lêkolîna DNAyê nekirine
Parêzerê malbata Rojîn Kabaîşê diyar kir ku li ser cil û bergên Rojîn Kabaîş ya bi guman jiyana xwe ji dest daye, lêkolîn nehatiye kirin.

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş di 27ê îlona 2024an de ji Yurda KYKê veqetiya û winda bûbû. 18 roj şûnde di 15ê cotmeha 2024an de li Perava Mola Kasim a Gola Wanê cenazeya wê hatibû dîtin.
Parêzer Abdurrahman Karabulut der barê bûyerê de li ser hesabê medya dîjîtal parvekirin kir û got: “Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de gelek aliyên ku dema xwe de nehatine lêkolînkirin, bi demê re dibin sedema reşbûna delîlan. Cil û bergên Rojînê ku dema li peravê hat dîtin li ser bûn lêkolîna DNA’ya wê nehatiye. Ev tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye. Li ser daxwaza hevp^şeyên m eme tespît kir ku Saziya Tipa Edlî lêkolîna DNA’yê nekiriye. Me daxwaza kir ku li ser cilên Rojînê yên li emanetiya edliye bên lêkolînkirin.”


