Li Semsûrê bernameya bîranînê hat lidarxistin

Li Semsûrê bernameya bîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
Li Semsûrê bernameya bîranînê hat lidarxistin

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya Merinosê ku li navenda bajarê Semsûrê ye, hat lidarxistin. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.

Li salonê wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi hezaran kes tev li bîranînê bûn û pirê elewî û meleyê sunî duayên xwe xwendin.

Li ser navê MEBYA-DERê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Şehîdên me dê her dem di nav me de bijîn. Em xeyalên wan ji bîr nakin û em soza pêkanîna xeyalên wan didin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”

Bernameya bîranînê berdewam dike.