Li Rojava gel dê li dijî dagirkerî û îxanetê bimeşe
Şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne, amadekariya ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî...
Şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne, amadekariya ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê’ dikin.
Li gorî komîteya amadekar dê meş di 5`ê gulanê de bi dirûşma ‘Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin’ were lidarxistin.
Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mehsûm Hesen diyar kir ku ji ber xetereya planên li dijî gel ên dewleta tirk û hevkarên wê, pêwîstî bi meşê heye û got: “Ew planên qirêjî pêk tînin da ku vîna gelê me têk bibin û destkeftiyên me tune bikin.”
Mehsûm Hesen îşaret bi girîngiya xwedîderketina gelê li destkeftiyan kir û wiha got: “Heke gelê me nebe yekdest û ji hêza xwe ya leşkerî re nebe alîkar wê planên dagirker û qirkeran bigihêjin serî. Dijminên me planên mezin li dijî me saz dikin, mixabin hêzên ku bi navê kurdîtiyê bang dikin mîna PDK`ê, hevkariyê bi dijmin re dikin.”
Hesen bang li welatiyan kirû wiha got: “Banga me ji bo hemû kesên welatparêz û birûmet heye ku tev li Meşa Rûmetê bibin. Yên ku dixwazin xwedî li çand, ziman û şehîdên xwe derkevin bila tev li meşê bibin.”
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Mesûd Dawûd jî daxuyand ku girîng e di meşê de helwest bê nîşandan û ev tişt got: “Divê gelê me bê helwest nemîne. Em bang li partiyên siyasî û saziyên li Rojava dikin ku li dijî êrişên qirkirinê rabin ser pêyan.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê Şêrhat Ehmed jî êrişên hevbeş ên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê şermezar kirin û diyar kir ku bi piştgirîdayîna gerîlayên HPG û YJA-Starê ew ê li hember êrîşan rabin.
Şêrhat Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tev li Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê bibin.


