Li Qamişlo bi hezaran kes ji bo zimanê kurdî li hev kombûn

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî, tevlî çalakiyê bûn.

•
1 deqe xwendin
Li Qamişlo bi hezaran kes ji bo zimanê kurdî li hev kombûn

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî biryara hikûmeta demkî ya Şamê ya ji bo sinordarkirina perwerdeya bi Kurdî de, li bajarê Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî ya şêniyên bajar û bajarokên herêma Cizîrê yên; Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê çalakiya ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dest pê kir.

Beşdarên çalakiyê yên ku ji şênî, xwendekar û çînên cuda yên civakî pêk tê, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn. Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Gel bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” pêk tê.

Çalakvanan pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Zimanê me pêşeroja me ye”, “Xwîna şehîdan zimanê me parast”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” rakirine.

Li gorî komîteya amadekar bernameya çalakiyê ji axaftina li ser navê xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Kongra Îslama Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan pêk tê.

Ev çalakî wek bertekek li hemberî biryara ‘964/2068’an a ku 27ê tebaxê ji bo dayîna tenê çend saetên dersên zimanê kurdî di dibistanan de tê lidarxistin. Ji wê demê ve li herêmê çalakî didomin.