Li nêzê otela ku Macron li dima rêzeteqîn pêk hatin

Hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Şamê, li ser rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewiyîn de teqîn çêbûn.

•
1 deqe xwendin
Li nêzê otela ku Macron li dima rêzeteqîn pêk hatin

Îro li Şamê di kêliya ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera hevdîtinan pêk dianî, teqîn çêbûn û hêzên ewlekariyê ketin nava seferberiyê. Heta niha desthilata Sûriyeyê der barê teqînan û encamên wê de daxuyanî nedane.

Li gorî agahiyên ji herêmê li dirêjahiya rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de rêzeteqîn li nêzî Otela Forsînozer, Wezareta Turîzmê û devera nêzî Pira Victoriyayê rû daye.

Piştî teqînan aliyên têkildar lêkolîn dane destpêkirin. Heta niha der barê bûyerê û ziraran de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Teqîn hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku duh gihaşt Şamê, rû dan. Piştî teqînan Qesra Élysée daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Macron baş e.

Ajansa Nûçeyan a hikûmetê ya Sûriyeyê (SANA) wêneyên Macron li Koşka Gel a li Şamê weşand ku hevdîtinên xwe li gel Ehmed El Şera didomîne.