Li Mexmûrê meşa piştgiriya zimanê Kurdî
Komîteya Qada Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo perwerdeya zimanê Kurdî ya li Rojava anî ziman; di daxuyaniyê de paşguhkirina zimanê dayikê wekî hişmendiya Baasê hat binavkirin û bang li rêveberiya Sûriyeyê hat kirin ku mafê zimanê Kurdî misoger bike.

Komîteya Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi armanca piştgirîdayîna daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya bi sedan xwendekar û mamosteyan meşeke girseyî li dar xist.
Bi sedan xwendekar bi dirûşmeyan meşiyan
Xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî di 5 kortejan de ji dibistanên xwe ber bi Qada 4ê Nîsanê ve bi rê ketin. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me nasnameya me ye" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Her wiha girseyê bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.
Piştî gihiştina Qada 4ê Nîsanê û rêzgirtina ji bo şehîdan, daxuyanî ji aliyê xwendekar Kader Apaydin ve hate xwendin.
'Nêzîkatiya li ser ziman dewama hişmendiya Baasê ye'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞê têkoşîneke dîrokî daye û pergalelek ku mafê hemû pêkhateyan diparêze ava kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku binpêkirin û paşguhkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê an jî wekî derseke bijarte nîşandana Kurdî nayê qebûlkirin û wiha hat gotin:
"Divê xwediyê vê hişmendiya nîjadperest baş bizane ku ev sedsal ne ew sedsal e ku bikarin bi heman feraseta berê nêzî gelê Kurd bibin. Zimanê neteweyekê ji nedîtî ve hatin an jî wekî waneyeke bijarte diyarkirin, hişmendiya rejîma Baasê ya berê ye û li dijî giyanê çareseriyê ye."
'Em ê di hemû şert û mercan de li cem zarokên Rojava bin'
Komîteyê berxwedana rojane ya zarok û şêniyên Rojavayê Kurdistanê silav kir û destnîşan kir ku civaka Mexmûrê di hemû şert û mercan de li kêleka perwerdeya Kurdî ya li Rojava ye. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû partî, rêxistin û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku li hemberî vê bêmafiyê bêdeng nemînin; her wiha bang li rêveberiya Sûriyeyê hat kirin ku dest ji siyaseta înkarê berde, di çarçoveya modela Entegrasyona Demokratîk de nêzî pirsgirêka Kurd bibe û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi fermî misoger bike.


