Li Mexmûrê koma 213an dest bi çalakiyê kir

Çalakiya Nobetê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 1205an de, bi koma 213an didome

•
1 deqe xwendin
Li Mexmûrê koma 213an dest bi çalakiyê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 213an û di roja 1205an de didome.

Merasîma çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giştî Şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 212an Hesen Hilalî axivî.

Hesen Hilalî di destpêka xwe de diyar kir ku çalakiya nobetê ya ku wan gelê wargehê daye destpê kirin 3 sal li pey xwe hişt û wiha got: “Em bang li hemû hêzên desthilatdar dikin ku heta Rêbertiya me bi fîzîkî neyê azad kirin, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Em fedayî Rêbertiya xwe ne; ji ber ku ji bo me welat, cîhan û jiyane. Em bi navê çalakvanên Mexmûrê bang li hemû Kurdan dikin ku em li derdora Rêbertiya xwe xelekek agir çêbikin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Rêber Apo ne tenê Rêberê me belku Rêberê tevahî mirovahiyê ye.”

Merasîma guhertinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.