Li Mannheimê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bîranîn

Meclîsa Jinan a Mannheimê, Meclîsa Gel a Herêmê û Komawê, li bajarê Mannheimê yê Almanyayê, bernameya bîranîna şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li dar xistin.

•
1 deqe xwendin
Li Mannheimê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bîranîn

Brûsk Bagok

Bername bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Di çarçoveya bernameyê de girîngiya dîrokî ya Berxwedana Greva Mirinê ya 14ê Tîrmeha 1982an hate xistine ziman, şehîd bi rêz û hurmet hatin bîranîn û bang hat dayîn ku xwedî li mîrasa berxwedanê û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk were derketin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane destpê kir. Piştî wê, Ali Batman li ser navê Komawê axivî. Alî Batman anî ziman ku ew bi rêz, spas û bêriya mezin hemû şehîdên azadiyê bi bîr tîne û got: “Berxwedana 14ê Tîrmeha 1982an yek ji xalên veguherînê yên dîroka têkoşîna gelê Kurd e. Şewata yekem a berxwedanê di Girtîgeha Amedê de bi şîara "Berxwedan jiyan e" ya Heval Mezlum Dogan dest pê kir û paşê bi Greva Mirinê ya Kemal Pir, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Alî Çiçek berdewam kir.” 

Alî Batman, da zanîn ku piştî 55 rojan greva birçîbûnê, Kemal Pir, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Alî Çiçek şehîd bûn û wiha axivî: “Ev fedakarî bû sedem ku têkoşîna azadiya gelê kurd li seranserê cîhanê were nas kirin û ruhê berxwedanê hêztir bibe.

Di axaftina xwe de Alî Batman behsa pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk jî kir û got: “Serkeftina vê pêvajoyê bi piştgirî û beşdariya gelê pêk tê û xwest ku hemû kes xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ew di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîzin.” 

Di bernameyê de li ser navê malbata Kawa Şengalî yê di 16ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, xaltiya wî jî axivî: “Em ê her tim li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Em bi wan serbilind in. Serê me her dem bilind bûye û dê bilind bimîne."

Piştre Osman Kapan, ku 30 sal di zindanên Tirkiyeyê de maye jî bal kişand ser Berxwedana 14ê Tîrmehê îşkenceya li girtîgehê. Agirê ku di 14'ê Tîrmehê de hat şewitandin, bi Atîlîma 15'ê Tebaxê mezin bû û heta îro jî berdewam e. Erkê me ye ku xwedî li vê mîrasê, têkoşînê û pêvajoya aştiyê derkevin."

Piştî axaftinan, slaydek li ser jiyan û têkoşîna şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin. Di dema pêşkêşkirinê de hestên xurt derketin holê û beşdar gelek caran slogan dan.

Di dawiya bernameyê de, bang hate kirin ku hemû gel beşdarî Festîvala 34emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî, ku di 5ê Îlona 2026an de li bajarê Dortmundê yê Almanyayê dê were lidarxistin, bibin. Hat gotin ku ev festîval ji bo yekîtiya çandî, hevgirtin û xurtkirina girêdanên civakî girîng e.

Bernameya bîranînê, ku bi beşdariya gelek kesan pêk hat, bi peyama domandina têkoşînê û parastina bîranîna şehîdan bi avêtina sloğanê biji serok apo şehid namirin jin jiyan azadi bi dawî bû