Li Manîsayê 2 kes hatin binçavkirin

Vê şeveqê di encama serdegirtinên malan de li navenda Manîsayê û navçeya wê Turgutluyê, rêveberê TUAYDERê Mûhlis Çiftçî û xebatkarê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mahsûm Yilmaz hatin binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Li Manîsayê 2 kes hatin binçavkirin

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro sibehê ji aliyê polîsan ve li navenda Manîsayê û Tûrgûtlûyê polîsan avêt ser malan. Di serdegirtina malan de rêveberê TUAYDERê Mûhlîs Çiftçî û xebatkarê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yê Tûrgûtlûyê Mahsûm Yilmaz hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku Çiftçî û Yilmaz ên ku hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Manîsayê û li vir tên ragirtin.

Hate zanîn ku Çîftçî û Yilmaz bi îdiaya “porapaganda rêxistinê” kirine hatine binçavkirin.