Li Liverpoolê Şehîdên 14ê Tîrmehê bi bîr anîn
Nûnerên Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê bernameya 14ê Tirmehe li dar xistin. Di bernamya bîranînê de beşdaran diyar kirin ku berxwedana 14ê Tîrmehê didome û azadî bi ser bikeve.

Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê ya ku li bajarê Liverpool a Îngilistanê xebatê dimeşîne bi boneya salvegera Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranîna ku gelek kes beşdar bû de maseyeke ku bi wêneyên şoreşgerên ku di 14ê Tîrmeha 1982yan de li Zindana Amed bûn sembola berxwedanê hatibû xemilandin hat danîn.
Girseyê di bîranînê de timî dirûşma "Şehîd namirin" berzkirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên 14ê Tîrmehê û Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser Berxwedana Rojiyan Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê hatibû amadekirin hat pêşandan. Di bîranînê de hat diyarkirin ku Berxwedana 14ê Tîrmehê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xalek werçerxê bû û mîrateyeke dîrokê ku rê nîşanî têkoşînê dide hişt.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Rodî Batman axivî û diyar kir ku Berxwedana Rojiya Mirin ya Mezin a 14ê Tîrmehê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cihekî dîrokî digire. Batman destnîşan kir ku berxwedêrên ku li dijî pêkanînên dermirovî yên li Zindana Amed bedena xwe ji mirinê re razandin û îradeya ku danîn holê hîn jî rê nîşanî têkoşînê dide.
Batman wiha berdewam kir: "Berxwedêrên 14ê Tîrmehê ji bo rûmet, nasname û azadiya gel berxwedanek dîrokî raber kirin. Fedakarî û biryardariya ku danîn holê tenê bi wan re sînordar nema; îro jî hêz û nirxeke mezin dide têkoşîna azadiyê. Berxwedana 14ê Tîrmehê berdewam dike û dê azadî bi ser bikeve."
Piştî axaftinê, girseyê li ber wêneyên şehîdên berxwedanê find vêxistin û kulîlk danîn.
Bîranîn bi nirxandinên li ser girêdana şehîdên berxwedanê û berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû.


