Li Kobanê 2 rojan şîn îlan kirin

Li bajarê Kobanê ji bo 9 kesên ku ji ber şewata li girtîgehê şehîd bûn 2 rojan şîn hate ragihandin.

•
1 deqe xwendin
Li Kobanê 2 rojan şîn îlan kirin

Di 12ê Îlonê de li girtîgeha Kobanê şewatek rû da û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Kobanê ji bo 9 kesan 2 rojan şîn hate ragihandin.

Li seranserê bajarê Kobanê bi taybetî li sûka navendî dikan û cihên bazirganiyê weke nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan, hemû hatin girtin. Kar li tevahî bajêr hatiye sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.

Hatibû ragihandin ku îro dê merasîma 9 kesan bê lidarxistin. Lê ji ber şînê hat taloqkirin û wê 14ê Îlonê pêk were.