Li KDKê hejmara miriyan ji ber şewba Ebolayê her diçe zêde dibe
Di şewba Ebola ya ku li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) berdewam dike de herî kêm 2 hezar û 325 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Reutersê ya ku dispêre daneyên rayedarên KDKê, hejmara nexweşên piştrastbûyî derket 4 hezar û 945an. Di 24 saetên dawî de 101 nexweşên nû hatin tespîtkirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) hefteya bihurî hişyarî dabû ku şewba Ebolayê dikare bigihîje asteke ku mînaka wê nehatiye dîtin.
Koordînatorê alîkariya lezgîn ê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher jî diyar kir ku bi leza heyî re her 30 deqîqeyan kesek ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dide û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo têkoşîna li dijî şewbê, çavkanî û tîmên tenduristiyê zû zêde bikin.


