Li Îranê zextên li ser welatiyan zêde dibin

Hêzên îstîxbaratê yên Îranê li bajarê Şîrazê bi ser malên 6 welatiyên Bahaî yên ji heman malbatê de girtin û dest danîn ser gelek tiştên wan ên taybet û hatin binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Li Îranê zextên li ser welatiyan zêde dibin

Hêzên Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê hemwext li bajarê Şîraz a Îranê bi ser malên Nazanîn Nikousereşt û hevjînê wê Pejman Zare, her wiha Mîna Zare, Mehşîd Zare, Mehbûbeh Zare û Parhem Zare de girtin. Mîna, Mehşîd, Mehbûbeh, Pejman û Parhem Zare xwişk û bîrayên hev in.

Di dema serdegirtinan de, telefon, laptop, pirtûk û wêneyên têkildarî baweriya Bahaî, belgeyên ferdî, pasaport, belgeyên nasnameyê, hard dîskek, zêr û hinek pereyên biyanî hatin desteserkirin. Her wiha di depoyek girêdayî cihê karê Parham Zare jî lêgerîn hate kirin û dîmenên kameraya ewlehiyê yên li wir hatin desteserkirin.

Her wiha, belgeyên têkildarî pêvajoyên yasayî yên Pejman Zare û raporek ji Saziya Tiba Edlî li malên Nazanîn Nikousereşt û Pejman Zare hatin desteserkirin.

Piştî lêgerînê, Nazanîn Nikosereşt, Mîna, Mehşîd, Mahbûbeh û Parham Zare di roja yekem a meha Îlonê de ji bo navenda binçavkirinê ya Rêveberiya Îstîxbaratê ya Şîrazê, ku wek ‘Pelaak 100’ tê zanîn, hatin gazîkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Pejman Zare yek ji welatiyên Bahaî ye, berê di adara sala 2026an de ji aliyê ajanên Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê ve hatibû girtin, piştî lêpirsîn û agahdarkirina fermî ya sûcdariyên li dijî wî, di tebaxa 2026an de bi kefaletê ji Girtîgeha Navendî Adel Abad hate berdan. Di lêgerîna dawî de, hin belgeyên têkildarî pêvajoyên wî yên yasayî yên derbarê wê dozê de jî hatin desteserkirin.