Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Li Îranê di Tebaxa îsal de herî kêm 23 jin li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine kuştin.

•
1 deqe xwendin
Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Saziya Dîdeban têkildarî daneyên qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir. Li gorî raporê di meha Tebaxa Îsal de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 23 jin û zarokên keç hatine kuştin.

Hate ragihandin ku piranî jî ji aliyê mêr û ferdên malbata xwe ve hatine kuştin. Di raporê de jî hate diyarkirin ku di nava qurbaniyan de jî 5 zarok in ku temenê wan di navbera 8-15 saliyê de bûn.