Li Hezexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Hezexê jina bi navê Azîze Yaman bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.

Jina bi navê Azîze Yaman (20) li mala ku lê dijiya a li Taxa Yeniyê ya navçeya Hezexê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Hat destîşankirin ku Azîze Yaman ji xaniyê ku lê dijiya ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Azîze Yamanê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Derbarê mirina biguman a Azîze Yamanê de lêpirsîn hat destpêkirin.


