Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li nêzî avahiya Dadgeha Hesekê bombeyeke destan teqiya, di encamê de du kes mirin û zarokek jî birîndar bû.

•
1 deqe xwendin
Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li gorî nûçeya Nûçe TV; li Qada El Selam a nêzî avahiya Dadgeha Hesekê bombeyeke destan teqiya. Li gorî zanyaran; di encama teqînê de du kes mirin û zarokek jî birîndar bû. Derbarê navê kesên mirî û zarokê birîndar de agahî nehatin bidestxistin.

Hêzên asayîşê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û dest bi lêkolînê kirin.