Li girtîgehê Derya Reş girtî nayên dermankirin

Heyeta Parlamenterên DEM Partiyê, derbarê 6 girtîgehên li herêma Derya Reş rapora binpêkirinên mafan amade kir. DEM Partî di rapore de destnîşan kir ku girtî rastî sepanên tecrîd, lêgerîna nava dev, astengkirina mafê tenduristiyê tên û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

•
1 deqe xwendin
Li girtîgehê Derya Reş girtî nayên dermankirin

Heyeta DEM Partiyê ku ji parlamenter Newroz Uysal Aslan, Sabahat Saritaş Erdogan, Onur Duşunmez û Omer Faruk Hulaku pêk tê di 8 û 12ê Hazîranê de serdana 6 girtîgehên herêma Derya Reş kirin û li girtîgehan lêkolîn û çavdêrî kirin. Heyetê piştî serdanan, rapora xwe ya amade kirine bi raya giştî re parve kirin. Şandeyê li ser şert û mercên girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa S a Samasun a Kavakê, Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa L a Espiyê ya Gîresunê, Girtîgeha Tîpa T a Beşukduzu ya Trabmzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderê ya Rîzeyê rapor amade kir. 

DEM Partiyê di raporê de destnîşan kirin ku li gor serdan û tespîtên li girtîgehan hatine kirin, li gelek girtîgehan heman binpêkirin rû didin û ev agahî parve kir: “Li gor ragihandinên girtiyan, tevî girtîgeh cuda jî bin, pirsgirêk û binpêkirinên mafan dişîbin hev. Binpêkirinên mafan ên weke, xwe gihandina mafê tenduristiyê, lêgerîna nava dev, sepandina polîtikayên tecrîdê, astengkirina mafê vergirtina agahiyan, kêmbûna xebatên werzîş û çandî, li girtîgehên dûrî malbatê ragirtin, pêk neanîna daxwazên sewkê , sepanên bêhiqûqî yên Lîjneyên Çavderî û Rêveberiya Girtîgehan li hemû girtîgehan tên jiyîn. Her wiha girtiyên li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehan de tên ragirtin li gel van pirsgirêkan hin pirsgirêkên taybet re jî rû bi rû dimînin. Girtiyên Rojavayî nikarin bi malbatên xwe re tekiliyê daynin û xwe bigihînin pirtûk û çavkaniyên bi kurdî.

Encam û daxwaz

Rapor yek bi yek li ser hurgîliyên pirsgirêkên girtiyan sekinî. Di dawiyê raporê de ji bo girtiyan ev daxwaz hatin kirin.

“*Divê sepanên lêgerîna nava dev demildest bi dawî bibe.

*Divê hemû astengiyên li pêşiya mafê xwe gihandina tenduristiyê ben rakirin.

*Divê pêşî li berdana girtiyên siyasî were vekirin.

*Divê Lîjneyên Çavderî û Rêveberiyê bên rakirin.”