Li Girtîgeha Evînê nexweşî belav dibe

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Evînê gelek girtî, bi nexweşiyeke vegirtî ya rêyên bêhengstendinê ketine.

•
1 deqe xwendin
Li Girtîgeha Evînê nexweşî belav dibe

Li Girtîgeha Evînê ku di serî de yek ji wan girtîgehên Îranê ye ku tê de herî zêde binpêkirina mafan çêdibe, hat diyar kirin ku nexweşiyeke vegirtî (şohbe) ya girêdayî rêyên bêhengstendinê heye. Di rapora ku ji hêla Navenda Mafên Mirovan a Îranê (IHRS) ve hat weşandin de hat qeydkirin ku li qawişa 7emîn a girtîgehê ji ber germa zêde û nedana vantîlator û sarkeran di hundir de, li gelek beşên qawişê nexweşiya rêyên bêhengstendinê belav bûye. Hat ragihandin ku gelek girtî ji ber êşa tund a gewriyê, bêtaqetî, westiyan û semptomên wekî van gilîdar in.

Nayê zanîn ku heta niha ji bo teşhîsa nexweşiyê yan jî ji bo tedawiyê tedbîr hatine girtin an na.