Li Girtîgeha Evînê hişbir tê firotin
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, der barê rewşa girtiyên li Girtîgeha Evînê raporek amade kir û destnîşan kir ku Rejîma Îranê mafên girtiyan binpê dike. Di raporê de hete gotin ku li girtîgehê hişbir tê firotin.

Li girtîgeha Evînê her ku diçe mafên girtiyan tên binpêkirin û pîvanên mirovî xerab dibe. Ji zêdebûna binpêkirinên li dijî girtiyan bigire heya înkarkirina berdewam a xizmetên bingehîn, hawirdora girtinê ferqeke mezin a di navbera rewşa heyî û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî de nîşan dide.
Li gorî rapora ku li ser malpera înternetê ya “Dengê Girtiyên Kurd û Îranî” hat weşandin, girtiyên siyasî yên di girtîgeha Evînê de bi binpêkirina mafên re bi rû dimînin. Rayedarên girtîgehê pêdiviyên jiyanî yên girtiyan nabersivîne û girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku pîvanên cûdakirina girtiyan li gorî cureyên tawanên wan di girtîgehê de nayên sepandin û girtiyên siyasî bi girtiyên ku ji ber tawanên giştî hatine girtin re tên ragirtin.
Di raporê de hate gotin ku kelûpelên li firoşgeha girtîgehê tên firotin, dîroka wan derbas bûye û bi bihayekî gelekî girantir ji bazarê ji girtiyan re tên firotin. Li gel vê yekê, madeyên hişbir di nava girtîgehê de tên firotin. Ev kar jî bêyî agahdariya berpirsên girtîgehê nayê kirin û ew bixwe di belavkirin û firotina madeyên hişbir ên di nava girtîgehê de hevpar in.


