Li gelek bajaran xizmên windayan banga edaletê kirin

Xizmên windayan û mafparêz vê hefteyê jî li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin ba hev û daxwaza edaletê kirin.

•
1 deqe xwendin
Li gelek bajaran xizmên windayan banga edaletê kirin

Amed

ÎHD û xizmên windayan di 910emîn hefteya çalakiya ‘’Bila winda bên dîtin, fail werin darizandin’’ de li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên winda û kesên ku di encama cînayetên failên wan nediyar hatine qetilkirin de hatin hilgirtin û gelek kes beşdar bûn. Vê hefteyê jî çîroka Mehmet Yildiz ê ku di 22yê tîrmeha 1994an de piştî ku hat binçavkirin piştre bi tu awayî agahî jê nehate standin, hate xwendin.

Êlih

Şaxa Êlihê ya ÎHDê û xizmên windayan di hefteya 746emîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Aydin Ay hat pirsîn. Aydin Ay di 10ê tîrmeha 1993yan de ji mala xwe ya li Taxa 19ê Mayisê ya Êlihê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Endamê ÎHDa Êlihê Reşît Çetînkaya çîroka Aydin Ay xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Riha

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 79emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şukrû Firat ê di 24ê gulana 1993yan de, derdora saet 14.00an herî dawî li Rihayê di qehwexaneyekê de hat dîtin û pişt re hat windakirin hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Hevberdevka Komîsyona Windayan a Rihayê Demet Aykût çîroka Şukru Firat xwend.

Daxuyanî piştî deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ li Kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteta 236emîn a çalakiyê de kujerên Suleyman Aksû yê komkujiya 20ê tîrmeha 2015an a Pirsûsê de bi 32 hevalên xwe ve hatibû kuştin, hat pirsîn. Dayika Suleyman Aksû Kudret Aksû jî tevlî çalakiyê bû û xwest kujerên kurê wê bên dîtin. Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 40emîn damezirandina komeleyê de, ji bo pirsîna aqûbeta windayên di bin çavan de û cezakirina kiryaran çalakiya xwe ya rûniştinê domand. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de ku du heftiyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, bal kişand ser çîrokên windakirina Recep Îkîncîsoy û Ayten Ozturk. Di çalakiyê de pankartên ‘Winda diyar in, kujer li ku ne?’ û ‘Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve’ hatin vekirin û daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan Mustafa Kizartici ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê çîroka Recep Îkîncîsoy ê ji sala 1980an ve winda ye, hat xwendin.

Piştre daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.