Li Freiburgê pêşbaziya hêkan eleqeyek mezin dît

Li bajarê Freiburgê yê Almanyayê bi beşdariya sedan Kurdistanî û dostên wan bi coşeke mezin şahiya gel hat lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
Li Freiburgê pêşbaziya hêkan eleqeyek mezin dît

Bagok Birûsk 

Bi sedan kes ji Freiburg, Lahr, Offenburg, Lörrach, Kehl, Emmendingen û bajarên derdora kom bûn û şahiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Freiburgê û Meclîsa Gel a Herêmê hat organîzekirin. Ji saetên sibehê ve beşdarî gelek zêde bû. Li qada şahiyê stendên cuda, çalakiyên zarokan, pêşandanên çandî û bernameyên hunermendan bala beşdaran kişand.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreş û azadiyê dest pê kir. Piştî wê, srûda neteweyî ya Ey Reqîb hat xwendin. Beşdaran bi hev re srûd xwendin û careke din girêdana xwe ya bi şehîdan û sozdayîna xwe ya parastina mîrasa têkoşînê nîşan dan.

‘Parastina çand û ziman erka me ye’ 

Li ser navê Meclîsên Gel a Freiburg û Lahrê axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku parastina ziman, çand û nirxên neteweyî ji bo Kurdên ku li Ewropayê dijîn berpirsiyariyek dîrokî ye. Kesên axivîn diyar kirin ku gelê kurd zêdetirî sedsalekê li dijî siyaseta înkar û asîmîlasyonê têkoşîn daye û tevî hemû astengan karîbûye ziman, çand û nasnameya xwe biparêze.

Di axaftinan de bi taybetî li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo zarok û ciwanan hate rawestan. Hate xwestin ku kurdî li malan, navendên civakî, çalakiyên çandî û karên perwerdehiyê de bêtir were bikaranîn. Di heman demê de hat gotin ku parastina çand û nirxan ne tenê erkê malbatan e, belkî berpirsiyariya tevahiya civakê ye.

Kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya jiyana civakî ya organîze û gotin ku huner, çand û ziman bingehên parastina nasnameya neteweyî ne.

Piştgiriya Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier

Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier jî di şahiyê de axivî û piştgiriya xwe ji çalakiyê re ragihand û got: “Civaka kurd di jiyana civakî, çandî û aborî ya herêmê de beşdarîyeke girîng dike û cihê çandên cuda di civakan de dewlemendiyeke mezin e.

Dîrk Schwier anî ziman ku kurdên ku bi salan in li herêmê dijîn bûne beşeke neçareya civakê û di warên perwerdehiyê, kar û çalakiyên xêrxwaziyê de roleke çalak digirin û wiha axivî: “Wî ji bo van beşdariyan spasî civaka Kurd kir û got ku çalakiyên wekî Şahiya Gel dostanî, têgihiştin û hevgirtina gelan xurt dikin.” 

Hunermend û Koma Hezex Coş Li Qadê Afirandin

Di beşa çandî ya bernameyê de Koma Hezex, Birhat Kurdî, Hozan Riza, Kazim Dersim, Şervan û Şivan Rojava li ser dikê derketin û bi stran û klamên xwe coşeke mezin afirandin.

Sedan kesan bi stranên neteweyî û çandî re govend girtin. Di dema hin stranên welatparêzî de beşdar bi hestyarî û coşeke mezin li hunermendan hevaltiya xwe nîşan dan.

Koma Zarokan û Folklorê Gelek Bala Xwe Kişand

Şahî ne tenê ji bo mezinan bû. Ji bo zarokan jî bernameyek dewlemend hat amadekirin. Koroya zarokan bi stranên kurdî derket ser dikê û ji aliyê beşdaran ve bi gelek çepikan hat pêşwazîkirin.

Koma folklora zarokan bi pêşandanên xwe gelek bexşandina xwe nîşan da. Malbatan bal kişandin ser girîngiya tevlêbûna zarokan di karên çandî de û gotin ku ev çalakî ji bo girêdana nifşên nû bi çanda xwe re pir girîng e.

Pêşbirkên Zarokan û Lîstikên Kevneşopî

Di çarçoveya şahiyê de pêşbirka hêkê û gelek lîstikên kevneşopî ji bo zarokan hatin lidarxistin. Zarokên ku serkeftî bûn bi xelatan hatin xelatkirin. Ev çalakî rojê hemû qada şahiyê bi reng û coş dagirt û malbatan bi zarokên xwe re demeke xweş derbas kirin.

Stendên Çandî û Jinan Hatin Vîsitandin

Li qada şahiyê gelek stend hatin vekirin ku tê de kar û çalakiyên çandî, civakî û dîrokî hatin pêşkêşkirin. Stendên jinan, ciwanan û komîteyên cuda di nav beşdaran de gelek bala xwe kişandin. Koma Jinan a Dergahê ya Freiburgê jî stendeke taybet vekir û karên xwe pêşkêş kir. Endamên komê bi beşdaran re li ser girîngiya rêxistinbûn, yekîtî û rolê jinan di civakê de fikir guhertin.

Govendên def û zirnê coş zêde kir

Di beşa dawî ya bernameyê de bi hevrêtiya davul û zirnê govendên dirêj hatin kişandin. Sedan kesan dest bi dest govend girtin û qada şahiyê bi reng û coş dagirt.

Şahiya Gel a Freiburgê careke din nîşan da ku gelê Kurd li Ewropayê bi hêza xwe ya civakî, çandî û neteweyî li ser nirxên xwe radiweste. Beşdaran gotin ku ev cure çalakî ne tenê şahî ne, belkî amûrek girîng in ji bo parastina ziman, çand û bîra civakî.

Şahî heta derengiya êvarê dom kir û piştî govendên dawî bi coş û heyecan bi dawî bû, lê peyameke xurt a yekîtî, hevgirtin û parastina çandî li di dawiyê şahiyêda hata dayin