Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2yemîn de didome

Bîranîna Şehîdên Tevgera Azadiyê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Enqereyê di roja 2yemîn de berdewam dike. Bîranîn piştî xwendina Mewlîd û axaftinan dê bi dawî bibe.

•
1 deqe xwendin
Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2yemîn de didome

Bernameya bîranînê ya ji aliyê Saziya Platforma Demokratîk ve ji bo endamên Tevgera Azadiyê yên li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê tê lidarxistin di roja 2yan de berdewam dike. Di eywana bîranînê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên canê xwe ji dest dane li ser flamayên kesk, sor û zer hatin danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd Rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin.

Di bîranînê de mewlîd dê be xwendin û piştî xwendina Mewlîde sînevîzyona qala jiyan û têkoşîna Gerîlayên Şehîd bûnê dike dê were nîşandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê bîranîn dê di seat 14:00an de bi dawî bibe.