Li Endonezyayê erdhej: Herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest da
Li herêma Floresê ya li rojhilatê Endonezyayê, bi pileya 7,7’an erdhej çêbû. Di erdheja ku sibeha Şemiyê rû da de herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn û hat ragihandin ku 2 kes jî di bin kavilan de ne.

Li gorî agahiyên pêşî, di erdheja ku li beravên Girava Floresê ya Endonezyayê rû da de 20 kesî jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn û 2 kes jî di bin kavilan de man.
Hat ragihandin ku erdhej bi demjimêra herêmî di saet 05:58’an de çêbûye û navenda wê jî li deryayê, nêzî 68 kîlometre bakurê rojavayê bajarê Endeyê ye.
Piştî erdhejê ji bo Nusa Tenggaraya Rojhilat û Rojava û her wiha ji bo Sulawesiya Başûr hişyariya tsunamiyê hat kirin. Hat diyarkirin ku li beravan dibe ku pêlên deryayê ji 0,5 heta 3 metreyan bilind bibin û bang li gel hat kirin ku derkevin cihên bilind. Piştre hişyariya tsunamiyê hat rakirin, lê hat eşkerekirin ku ew ê şopandina asta deryayê berdewam bikin.
Di dema erdhejê de li herêmên beravê tirs û panîkeke mezin çêbû û gelek kes ji malên xwe derketin û xwe spartin cihên ewle.
Endonezya ku li ser "Xelek Agir a Pasîfîkê" ye, hema hema her dem bi erdhejan û tevgerên volkanîk re rûbirû dimîne. Welat di rabirdûyê de rastî gelek karesatên mezin hatibû; di serî de erdhej û tsunamiya bi mezinahiya 9,1 ku di sala 2004’an de li beravên Sumatrayê rû dabû.


