Li Êlihê agir bi goma pez ket: 80 pez mirin
Li gundê Xendûk yê girêdayî Êlihê duh bi şev, di gomeke pez de ji ber sedemek ne diyar şewat derket. Di encama şewatê de 80 pez mirin.

Li gundê Xendûk ê girêdayî mezraya Basorkê ya Êlihê duh bi şev di gomeke pez de bi sedemeke ne diyar şewat derket û 80 heb mirin. Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Êlihê, sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman mudaxileyî şewatê kirin û agir tefandin. Hate ragihandin ku di şewatê de nêzî 80 pez şewitîne û zirar gihiştiye gomê. Ji bo diyarkirina sedema derketina şewatê û tespîtkirina xesarê lêkolîn hate destpêkirin.


