Li Efrînê çeteyan êrîşî xwepêşandêran kir
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa ANHA’yê, li bajarê Efrînê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa ANHA’yê, li bajarê Efrînê xwepêşandanek hat lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêran daxwaza serbestberdana kesên ji aliyê MÎT’ê û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatine revandin, kir û sûcên çeteyan û artêşa tirk şermezar kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku "Polîsên Leşkerî" li Kolana Vêlat a naverasta bajarê Efrînê bi daran û gazên rondikrêj êrişî xwepêşandêran kir û bi dehan kes birîndar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê ragihand ku çeteyan piştî xwepêşandêr ji hev belav kirin, li benda kontrolê ya Kefer Cenê 18 xwepêşandêr revandin.


