Li dijî komeleya kurdî êriş pêk hat
Li Tekîrdagê li dijî Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî êrişa çekdarî hat kirin. Hat zanîn ku der barê bûyerê de kesek hatiye binçavkirin.

Kurdên ku li Tekîrdagê dijîn bi armanca perwerdehî û pêşxistina zimanê kurdî di sala 2024an de li navçeya Çerkezkoyê, Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî ava kirin. Di vê çarçoveyê de li komeleyê dersên kurdî dihatin dayîn. Duh bi şev kes an kesên nasnameya wan nediyar bi çekan êrişî komeleyê kirin.
Hat zanîn ku der barê bûyerê de kesek hatiye binçavkirin.


