Li dijî hişbirê civiyan

Li taxa Duzyolê ya navçeya Tûşbayê, şêniyên taxê bi armanca hişyarkirina li dijî hişbirê civiyan.

•
1 deqe xwendin
Li dijî hişbirê civiyan

Şêniyên taxa Duzyolê bi dirûşma “Em rê nadin hişbirê” civînek li dar xist. Civîn li qada dawetê ya li taxa Duzyolê ya navçeya Tûşbayê ya Wanê pêk hat. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan yên DEM Parti û DBP yên Wanê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Civînê bi govendê dest pê kir. Di civînê de ciwanan pir caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Ciwan fedayiyên Apo ne” berz kirin. Jin û zarokên li taxê jî tevli civînê bûn. Komê li vir govend gerand û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê ciwanan Bilal Soylu daxuyanî xwend û diyar kir ku wan li dijî zêdebûna tiryak û fihûşê ya li taxa xwe ev civîn li dar xistiye. Bîlal Soylu destnîşan kir ku temenê bikaranîna tiryakê her ku diçe dadikeve temenê biçûk û got: “Li taxa me bikaranîna madeyên hişbir her ku diçe zêde dibe. Ev yek berpirsiyariya me jî zêdetir dike. Em ê destûrê nedin tiryakê û fihûşê. Em aştî û aramiyê dixwazin, ne bengîtiya madeyan.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” û bi çepikan bi dawî bû.