Li Deştadarê Jinkom vekirin
Li bajaroka Deştadarê ya Navçeya Hezexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkomê vekirin. Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku navend ji bo jinan wê bibe hêvî û hêz.

Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê ya Şirnexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tevli bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û da zanîn ku vekirina navendê gavek girînge.
‘Ji bo jinan hêviye’
Parlamentera DEMê Newroz Uysal jî da zanîn ku heta jin ji tundiyê rizgar nebin azad nabin û got: “Îdiaya me, em jinan azad bikin û ji ber vê ev navend ji bo hemû jinan hêviye.”
Jinan bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ JINKOM vekir.


