Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo bîranîna 19 gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya girseyî ya gelê herêmê merasîmeke du rojî dest pê kir.

Ji bo 19 gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Rojavayê Kurdistanê merasîma bîranînê tê lidarxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê, Girke Legê, Çilaxayê, bajarokê Rimêlan û gundên derdorê tev li merasîma bîranîna 19 gerîlayên ku di dem û dîrokên cuda de li Herêmên Parastina Medyayê û yek jî li Şamê jiyana xwe ji dest dane, bûn. Konê bîranînê li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan li bajarê Dêrikê hate vedan.
Merasîma bîranînê dê 2 rojan bidome.
Her wiha dikandarên Dêrîkê jî ji bo merasîma bîranînê dikanên xwe girtin û dê dergehên dikandaran 2 rojan girtî be.


